Destpêbûna gerrên hevpar ên hêzên Amerîka û Tirkîyê li Girê Sipî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308140-destpêbûna_gerrên_hevpar_ên_hêzên_amerîka_û_tirkîyê_li_girê_sipî
Li Navçeya Aram li bakura Sûrîyê yekem gera hevbeş a bejayî di navbera hêzên Amerîkayê û Tirkiyê de dest pê kir, û dê kar li ser avakirina wê navçeyê berdewam be. Li Girê Spî jî Encûmena Leşkerî ya Girê Spî cihê HSD`ê girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2019 13:48 Asia/Tehran
  • Destpêbûna gerrên hevpar ên hêzên Amerîka û Tirkîyê li Girê Sipî

Li Navçeya Aram li bakura Sûrîyê yekem gera hevbeş a bejayî di navbera hêzên Amerîkayê û Tirkiyê de dest pê kir, û dê kar li ser avakirina wê navçeyê berdewam be. Li Girê Spî jî Encûmena Leşkerî ya Girê Spî cihê HSD`ê girt.

Encûmena Leşkerî ya Girê Spî cihê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li navçeyê girt. Gerên hevbeş ên bên yên di navbera Amerîka û Tirkiyê de, wê bi hemahengî ligel Encûmena Leşkerî ya Girê Spî bên kirin.

Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî, Riyad Ebû Xelef dibêje: “Gerên hevbeş ên Amerîka-Tirkîyê  li Navçeya Aram destpê kirin, ji rojhilatê Girê Spî heta gundê Heşîşe girtin ber xwe, hêzên hanê wê ligel Encûmena Leşkerî ya Girê Spî danûstandê bikin.” Piştî ger bi dawî dibe, hêzên Tirkiyê vedigerin nav axa welatê xwe û  Encûmena Leşkerî ya Girê Spî cihê wan girt.”

Piştî ku gera yekem li Navçeya Aram birêve çû, Serokomarê Tirkiy Receb Teyib Erdogan ragihand, ku wiha diyar dibe, Amerîka dixwze navçeyek aram bo berjewendiya PKK-YPG`ê ne xêra Tirkîyê ava bike.