Nakokîya di navbera Amerîka û Tikrîyê liser Devera Ewleh de aşkira bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308131-nakokîya_di_navbera_amerîka_û_tikrîyê_liser_devera_ewleh_de_aşkira_bû
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku Amerîka hewil dide rêketinama têkildarî damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê wêde bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2019 11:36 Asia/Tehran
  • Nakokîya di navbera Amerîka û Tikrîyê liser Devera Ewleh de aşkira bû

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku Amerîka hewil dide rêketinama têkildarî damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê wêde bide.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu di civîneke çapemenîyê de ragihand ku Amerîka jibo wêdebirina rêketinama digel Enqerê ya derbarê damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê de hewil dide.

Wî herwiha got: Amerîka tenê pêngavên rûwekî têkildarî wê rêkeitnameyê hildide û hevgavê vê yekê hevkarîya digel YPG`ê xurt dike ku Enqere ewê têrorîst bi nav dike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê bi gotina vê yekê ku her cure çavgirtina Tirkîyê di vî warî de dikare xeterên mezin biafirîne, ragihand: Me hemî amadekarîyên pêwîst kirine û em dikarin wê deverê ramalînin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan jî duh, li bajarê Meletiyê  derbarê ''Navçeya Aram'' de got ku ev kara bi firîna 3-5 helîkopteran, gerra bi 5-10 wesayîtan, bi hebûna çend sed leşkeran li wê deverê nabe.'' Erdogan herwiha got ji bo ku ew milyonek kesî li wê deverê bicih bikin, divê ligel bajaran ewlehîya wê deverê were dabînkirinê.

Erdogan got ku Amerîka dixwaze wan û HSD/YPG li ser bingehekê birêve bibe û  got ku ya tê dîtin ew e ku Amerîka ne ji bo wan ji bo YPG/HSD ‘Navçeya Aram’ pêk tîne.