Endamê Polîtbiroya YNK'ê: Hewildanên HDP'ê di çarçova aştîyê da ne
Endamê Polîtbiroya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di hevdîtina digel desteya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) da pêgirî kir ku hewildan û pêngavên HDP'ê di çarçova pêkanîna aştî û istiqrarê li Tirkîyê û navçê da ne.
Ligorî rapora Malpera PUKMEDIA'yê, Endamê Polîbiroya YNK'ê Seidî Ehmed Pîre îro piştî hevdîtina digel desteya HDP'ê li Silêmanîyê got: ''Seredana desteya HDP'ê bo Herêma Kurdistanê û hevdîtinên wê digel partî û alîyên curbicur ên Herêma Kurdistanê jibo xurtkirin û qayîmkirina peywendîyên di navbera Kurdên Tirkîyê û Herêma Kurdistanê de girîng in.''
Wî amajeyî serketyinên berbijarên HDP'ê di hilbijartinên Şaredarîyan li deverên Kurdnişîn de kir û pêgirî kir ku serketina wê partîyê di hilbijartinan de nîşana serketina sîyaseta dêmokiratîk û aştîxwazîyê ya HDP'ê di çaçrova têkoşînên medenî de û bi armanca pêkanîna aştîyê ye.
Seidî Ehmed Pîre herwiha got ku hemî hewildan û pêngavên HDP'ê di çarçova pêkanîna istiqrara sîyasî û misogerkirina dêmokirasîyê û bihevrejîyana aştîyane li Tirkîyê û navçê da ne.
Hevserokê HDP'ê Sezayî Temellî jî di wê hevdîtinê de pêgirî ser domandina hewildanên partîya xwe jibo xurtkirina peywendîyên digel partîyên Herêma Kurdistanê nemza YNK'ê kir û got ku durişm û armanca HDP'ê û YNK'ê ''pêkanîna aştî û dêmokirasîyê û mafên mirovan ên hevpar e.''
Hevserokê HDP'ê herwiha got ku ew partîya dê hewildanên xwe jibo pêkanîna aştîyê û misogerkirina dêmokirasîyê li Tirkîyê zêde bike.