Erdogan tehdîd kir: Emê berê koçberan bidin Ewropayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307982-erdogan_tehdîd_kir_emê_berê_koçberan_bidin_ewropayê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, eger Ewropa alîkariya Tirkiyê neke li “herêma aram”, ew dê sînor jikoçberan re vekin berê wan bidin welatên Ewropî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2019 04:52 Asia/Tehran
  • Erdogan tehdîd kir: Emê berê koçberan bidin Ewropayê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, eger Ewropa alîkariya Tirkiyê neke li “herêma aram”, ew dê sînor jikoçberan re vekin berê wan bidin welatên Ewropî.

Erdogan duh li Enqera paytexta Tirkiy; li gel berpirsên  AKP civiya û di wê civînê de li ser “herêma aram” ragihand ku pêwîst e Ewropa di pêkanîna wê herêmê de alîkariya Tirkiyê bike û got ku eger Ewropa alîkariya Tirkiyê neke ew ê sînorên xwe vekin û berê koçberan bidin Ewropa!

Serokê Tirkiyê herwiha ragihand ku eger Amerîka beşdarî avakirina “herêma aram” nebe , ew dê bi tena xwe wê herêmê pêk bînin.

Erdogan diyar jî kir ku ew ê heta dawiya meha Îlonê sebir bikin û piştire dê li bakûrrê Sûriyê dest bi karê pêkanîna “herêma aram” bikin ku wê bi dirêjahiya hêla sînorî be ligel Sûriyê ku 450 kîlometr e.

Erdogan ji Ewropa û Amerîkayê re got, “Werin piştevaniya me bikin, em dê di kurahiya 30 kîlomtre li Bakûrê Sûriyê, avahiyan çêbikin û wan koçberan jî veguhêzin wan deveran.”

Erdogan roja sêşemê li press-konferansa bi serokwezîrê Çêkê Andrej Babiš(Andrey Babîş) re jî got:  Yeketiya Ewropayê gelek soz dane Tirkiyê ku alîkariya penaberan bike, lê ti yek cih neaniye.

Li Tirkiyê derdora 3.5 milyon penaberên Sûrî hene. Heta niha rayedarên Tirkiyê gelek caran tehdîd kirine ku dê wan penaberan bişînin Ewropa.