Despêbûna perwerdekirina efserên Tirkiyê ji bo bikaranîna sîstema S-400 li Rûsyayê
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê ragihand ku perwerdekirina efserên vî welatî ji bo bikaranîna sîstema S-400 li Rûsyayê despê bûye.
Li gor rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar ragihand ku komek ji efserên vî welatî yên Hêza Hewayî ji bo perwerdebûna bona bikaranîna sîstema S-400 çûye Rûsyayê . Wî herwiha got: Ev dewra perwerdehiyê di çarçova projeya parastina hewayî li hemberî mûşekên dûr-menzîl de bi beşdariya personelên leşkerî yên Tirkiyê li bajarê Gaçînaya Rûsyayê karê xwe despê kir.
Li mideha van du mehên dawiyê Rûsyayê sîstema berevaniyê ya mûşekên S-400 li Tirekiyê damezirand, Eva di rewşkê de bû ku Amerîkayê bi tundî li hemberî vê yekê bertek nîşan da û Tirkiye ji kirîna balafirên pêşketî yên F-35 derxist û gef li Enqerê xwar wê boykotên dijwar li dijî wê bikar bîne.