Nerazîbûna gel ji ber çawanîya birêvebirina welêt bi destê Erdogîn zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307933-nerazîbûna_gel_ji_ber_çawanîya_birêvebirina_welêt_bi_destê_erdogîn_zêde_bûye
Encamên rapirsîya Şirketa Metropolê li Tirkîyê nîşan didin ku nerazîbûna gel ji ber çawanîya birêvebirina welêt bi destê Erdogîn zêde bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2019 11:45 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna gel ji ber çawanîya birêvebirina welêt bi destê Erdogîn zêde bûye

Encamên rapirsîya Şirketa Metropolê li Tirkîyê nîşan didin ku nerazîbûna gel ji ber çawanîya birêvebirina welêt bi destê Erdogîn zêde bûye.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpressê, Şirketa Metropolê di raporekê de ku ser navê "nebz û temara Tirkîyê di Agosta 2019`ê de" weşandîye, ragihandîye ku asta razîbûna gel ji birêvebirina welêt bi destê Receb Teyîb Erdogan sedî 10 kêm bûye û daketîye.

Şirketa Metropolê  amajeyî rapirsîyên di meha Tebaxê de û jordaçûna asta nerazîbûna gel ji ber çawanîya birêvebirina welêt bi destê Erdogîn dike û radigihîne ku asta razîbûna gel ji çawanîya birêvebirina welêt bi destê Erdogîn anegorî vê rewşê ya sala buhurî, sedî 10 kêm bûye.

Ligorî vê raporê, di halekî da ku di sala 2018`an de asta razîbûna gel ji şêwaza birêvebirina welêt bi destê Erdogîn sedî 53.1 bûye, ew asta îsal daketîye sedî 44`ê.