Sepandina hikmê cezaya 237 salên zîndanê ser 41 Şaredarên HDP`yî da
Îlon 03, 2019 13:32 Asia/Tehran
Dadgeha Tirkîyê hikmê cezaya 237 salên zîndanê ser 41 Şaredarên HDP`yî da sepand.
Dadgeha Tirkîyê bi tawana piştgirîya ji PKK`ê hikmê cezaya 237 salên zîndanê ser 41 Şaredarên HDP`yî yên wêdadayî de sepand.
Dadgeha Tirkîyê ser 41 Şaredar ji 94 Şaredarên HDP`yî yên bi biryara Wezareta Navxwe ya wî welatî ji kar hatine dûrxistinê, bi tawana babetên têkildarî têrorê û têrorkirinê cezaya 237 sal û 237 meh û 171 rojên zîndanê sepand.
Ew 41 Şaredarên HDP`yî berî hilbijartinên Şaredarîyên Tirkîyê ku di 31`ê Adarê de hatin lidarxistinê, bi tawana sûcên têkildarî têrorê anegorî qanûnên navxweyî yên Tirkîyê ji posta xwe hatibûn dûrxistinê.