Serdozgeriya Enqerê li dijî biryara berdana Demirtaş derket
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, biryara azadkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş îtîraz kir. Dê dadgeha bilind vê nerazîbûnê binirxîne.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê biryara 19÷emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê de nerazîbûna xwe nîşan da, ku duh Duşemê ji doza serekî biryara azadkirina Hevserokê Berê yê HDP`ê Selahattin Demirtaş dabû.
Lê ji ber ku Demirtaş têkildarî dozeke din 4 sal û 8 meh ceza danê, yekser nehat azadkirin. Parêzerên wî dest bi amadekarina daxwaznameyê kiribûn daku 2 sal û 10 mehên di girtîgehê de ji Demirtaş re bên hesabkirin û were azadkirin.
Lê Serdozgeriya Enqerê îro Sêşemê derbarê biryarê de îtîraz kir. Dadgeha Bilind yê wê nerazîbûna dozgeriyê binirxîne.
Dozgeriyê nerazîbûna xwe bi du sideman ve girêdaye. Yekem, ji ber Demîrtaş bi tawanê dijî pergala destûrê tê muhakimekirinê û duyem jî li gor cezayê endambûna rêxistinê, girtin wek tedbîrekê hatiye dîtin.