Parêzerên Tirkîyê vexwendina Serokomarê vî welatî qebûl nekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307897-parêzerên_tirkîyê_vexwendina_serokomarê_vî_welatî_qebûl_nekirin
Gellek ji nivîsgehên parêzeran li Tirkîyê vexwendin û gazîkirina Serokomarê vî welatî bo pişkdarîya di mêvandarîya îsal a bi boneya Dezgeha Dadwerîyê qebûl nekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2019 11:23 Asia/Tehran
  • Parêzerên Tirkîyê vexwendina Serokomarê vî welatî qebûl nekirin

Gellek ji nivîsgehên parêzeran li Tirkîyê vexwendin û gazîkirina Serokomarê vî welatî bo pişkdarîya di mêvandarîya îsal a bi boneya Dezgeha Dadwerîyê qebûl nekirin.

52 nivîsgehên parêzeran ji 79 nivîsgehên parêzeran, gazîkirina îsal a Serokomarê Tirkîyê Receb teyîb Erdogan jibo merasima vekirina Dezgeha Dadwerîyê ya piştî betlaneya havînê ret kirin.

Wan nivîsgehana di daxûyanîyeke hevpar de pêgirî kirin ku pişka zêde ya azadî, mafên bingehîn û nemaze azadîya bawerîyê li Tirkîyê ji nav çûye û ragihandin ku merasima vekirina Dezgeha Dadwerîyê li Qesra Serokomarîyê tê lidarxistinê û bi vî awayî xala serxwebûna dezgehên hikûmetê tê binpêkirinê.

Hevgavê vê yekê Serokomarê Tirkîyê ew tawanbarkirin ret kirin û ew bêbingeh zanîn û got ku Qesra Serokomarîyê ne ya wî ye belkî "mala gel" e û hemî sazî, dezgeh û navendan mafê bikaranîna wê hene.

Tê gotin ku rewşa Dezgeha Dadwerî û Meclisê ji dema guherîna pergala hikûmetê ji Parlimanîyê bo Serokatîyê û zêdekirina bêmînak a desthilatên Serokomêr di sala 2018`an de gellek xerab bûye.