Îmamoglu derheq jikardûrxistina şaredarên HDPê hişyarî da hikûmeta Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307894-Îmamoglu_derheq_jikardûrxistina_şaredarên_hdpê_hişyarî_da_hikûmeta_enqerê
Serokê Şardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, hikûmeta Tirkiyê derheq jikardûrxistina 3 serokên şaredriyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hişyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2019 08:57 Asia/Tehran
  • Îmamoglu derheq jikardûrxistina şaredarên HDPê hişyarî da hikûmeta Enqerê

Serokê Şardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, hikûmeta Tirkiyê derheq jikardûrxistina 3 serokên şaredriyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hişyar kir.

Serokê Şardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu duh duşemê 2ê Îlonê dema gihêşte bajarê Batmanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê ber bi hikûmeta vî welatî got: Di zûtirîn dem de dev ji xeletiya xwe ya danîna qeyûman dewsa şaredarên sê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê berde.

Ekrem Îmamoglu herwiha bal kişand ser karê nedemokratîk a wezareta navxwe ya Tirkiyê derheq  jikardûrxistî şaredarênyên bajarên Amed Mêrdin û Wanê û danîna qeyûmanan dewsa wan û got: Îrade û bijartina gel girîng û divê gişk ji bo vê yekê hurmetê bigire.

Îmamoglu li Amedê jî destnîşan kiribû ku helwesta cudakarî yên li dijî hilbijêr û şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ew xemgîn kiriye û di dewamê de gotibû: “Pêkanînên rêbazên cuda nayê qebûlkirin. Kesên ku îradeya xwe ji îradeya gel mezintir dibînin dê di sindoqan de baca wê yekê bi giranî bidin. Divê em li hemberî neheqiyê rawestin. Ev têkoşîna parastina dadmendî, demokrasî û îradeya gel e.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê vê dawiyê şaredarên HDPê yên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dengê gel hatibûn hilbijartin, bi muhaneya ku bi PKKê re hevkariyê dikin, ji kar dûrxistin û dewsa wan qeyûm danîn.

Piraniya aliyên Kurdî li Tirkiyê piştevaniya Serokê Şardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bo şarêdarên Amed, Mêrdîn û Wanê yên ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hatine dûrxistin bi erênî dibînin, lê diyarîkirina posterê Mistefa Kemal Ataturk bo Şaredara Kayapinarê rexne kirin.

Piraniya serokên partiyên kurd û giregirên kurd li Tirkiyê yên wekî Serokê Partiya Komunîst a Kurdistana Tirkiyê (KKP) Sinan Çiftyurek derheq vê diyariya Îmamoglu, lê rexne dikin û dibêjin: Komara Tirkiyê ji aliyê serokê wê Mustafa Kemal Ataturk ve li ser nijadperestî û tinekirina Kurdan hate avakirin. Lewma em helwesta Îmamoglu ya pêşkeşkirina wêneyê Aturk kiryareke li dijî Îradeya gelê Kurd dibînin.”