Tirkiyê dîsa gef li Amerîkayê xwar ku kirîna mûşekên S-400 berdewam dike
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê duh got: Ger Amerîka sîstema mûşekên Patriot nede Tirkiyê, Enqere wê kirîna sîstema mûşekên S-400 a Rûsyayê berdewam bike.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu duh rexne li siyasetên berevaniyê yên Amerîkayê girt û got:Ti welatek li gor daxwaza Amerîkayê an welatekî din dev ji kirîna çek û amûrên berevaniyê yên jê re hewce bernade.
Li van mehên dawiyê ser kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê navbera Amerîka û Tirkiyê pirsgirêk û neyarên kûr çê bûne.
Amerîkayê bi caran gef li Tirkiyê xwariye ku ger dev ji kirîna mûşekên S-400 bernede, wê rastî boykotên geran ên Waşîngtonê were û peymana kirîna balafirên F-35 a tev Tirkiyê jî wê îbtal bike.
Waşîngton îdia dike damezrandina Sîstema Mûşekên S-400 a Rûsyayê di nav axa Tirkiyê de dibe sedem ku kêmasiyên Balafirên F-35 ên Amerîkayê eşkera bibin, her ji ber vê yekê hez nake van balafiran bide Tirkiyê.