Îmamoglu bersiva Erdogîn da
Şaredarê Istenbolê Ekrem Îmamoglu, derbarê rexneyên liser seredana wî ya Amedê de got: “Kî ‘terorîst e’?, Kî endamê ‘rêxistina terorê’ ye?, ev selimandinê dixwazin û ev di heman demê de buxtan in.”
Şaredarê Istenbolê derbarê jikarderxistina beşeke karkeran piştî destpêbûna karê wî li şaredariyê, diyar kir, “Qet berî niha me tiştek bihîstibû ku şaredarî 2 hezar kesan werdigire? Ev ne dadperwerî ye, agahdariyek nehatiye kirin, mirov bi awayekî dadperwerane bo kar nehatine wergirtin.”
Îmamoglu herwiha diyar kir ku ew dê ji niha û pê ve, li gor şiyana kesan bi awayekî dadperwerane kesan werbigirin û got ku ew dê derbarê wergirtina bo kar de sîstema herî adilane bicih bikin û diyar kir, “Eger nedadperweriyek hebe em dê tedbîrên xwe bikin.” Îmamoglu got ku dê ti kes nikare bo wî bêje şaredarekî partîzan bû.
Şaredarê Istenbolê Ekrem Îmamoglu 31 Tebaxê, bo hevsoziya ligel şaredarên jikardûrxistî yên bajarên Kurdan, serdana bajarê Amedê kiribû. Wî li Amedê li ser biryara hikûmeta Tirkiyê ya dûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê got: “binpêkirina îradeya gel nayê qebûlkirin.”