Serokkomarê Tirkiyê sefera şaredarê Stembolê bo Amedê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307870-serokkomarê_tirkiyê_sefera_şaredarê_stembolê_bo_amedê_rexne_kir
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê sefera Ekrem Îmamoglu, şaredarê metropola Stembolê bo Amedê rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2019 12:12 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Tirkiyê sefera şaredarê Stembolê bo Amedê rexne kir

Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê sefera Ekrem Îmamoglu, şaredarê metropola Stembolê bo Amedê rexne kir.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê rojnama  Cumhûriyetê, Receb Teyib Erdogan duh li axiftinekê li bajarê Qonyayê, Ji Ekrem Îmamoglu, şaredarê Stembolê xwest ku bila armanca sefera xwe ya Amedê û hevdîtina bi serokên wêdebirî yên şaredariya vî bajarî şirove bike.

 Serokkomarê Tirkiyê, şaredarên wêdebirî bi hevkariya bi terorîstan re tawanbar kir û got: "Kesên ku destê wan di nava terorê de hebûye, nikarin wek şaredar bixebitin."

 Wezareta navxwe ya Tirkiyê, 19ê Tebaxê bi daxûyaniyekê ragihand: Ehmed Turk, şaredarê Mêrdînê, Ednan Selcûq Mizraklî, şaredarê Amedê û Bedîe Ozgogçe Ertan, şaredara Wanê  ji ber îstifada qaşo xirab ji post û şaredariyên van bajarana  û hevkariya bi PKK re ji karê xwe hatine wêdebirin."