Demirtaş biryar daye beşdarî dadgehîkirina xwe nebe
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş biryar daye ku di civîna îro ya dadgehê de amade nebe û li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bimîne.
Dadgehîkirina hevserokê berê yê HDP, Selahattin Demirtaş hêj berdewam e û di çarçoveya muhakimekirina wî de, biryar e îro civîneke din a dadgehê li Enqerê birêve biçe.
Serdozgariya Komarê ya Tirkiyê di doza ku li dijî Demirtaş de amade kiriye, daxwaza 142 sal cezaya zîndanê ji bo wî kiriye.
Li gor zanyariyan, Demirtaş bi parêzerên xwe re şêwiriye û biryar daye ku di civîna îro ya dadgehê de amade nebe.
Pêştir çend civînên dadgehîkirina Demirtaş birêve çûne û Demirtaş di hinek civînan de bi sîstema vîdyokonferansê beşdarî civîna dadgehê dibû.
Demirtaş dê li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bimîne.
Parêzerê Demirtaş, Mahsûnî Karaman di axavtinekê de amajeyî vê biryara muwekilê xwe kir û ragihand: Selahedîn Demirtaş heta heke li dadgehê amade be jî, nayê muhakimekirinê. Çawan ku hatîye ragihandinê, di 18`ê Îlonê de civîna şopandina dosîya Demirtaş li Dîwana Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê yê were lidarxistinê û me jî bala xwe daye ser wê civînê. Lewma îro dê tu yek ji parêzerên Demirtaş li dadgeha Enqerê amade nebin.
DMME`yê serlêdana parêzerên Demîrtaş ya îsal qebûl kiriye û dê îtîraza wî ya derbarê girtin û dadgehîkirina xwe de bişopîne û biryara xwe di vê bareyê de ragihîne.
Selahattin Demirtaş ji 4`ê Mijdara 201`6an ve heta niha li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê girtî ye.