Dayîkên Şemîyê tevlî xwewnîşandanên dijî dûrxistina ji kar a Şaredarên Kurd bûn
Dayîkên Şemîyê li Mêrdînê tevlî xwenîşandanên gel û Parlemanteran ên dijî wêdadayîna Şaredarên Kurd û danîna Qeyûman dewsa wan bûn.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Firatê, Dayîkên Şemîyê li Mêrdînê tevlî xwenîşandanên gel û Parlemanteran ên dijî wêdadayîna Şaredarên Kurd û danîna Qeyûman dewsa wan bûn.
Dayîkên Aştîyê di dawîya xwenîşandanê di daxûyanîyekê de ragihandin: Em Sergêrrên ku dewsa Şaredarên Kurd hatine danînê bi fermî nas nakin û em ê berevanîya vîn û nûnerên xwe bikin.
Hêjayî gotinê ye ku bi dû vê daxûyanîyê Parlemanterên nerazî û Dayîkên Aştîyê ji şarên curbicur ên Tirkîyê hatin Mêrdînê û li Parka Karayollara Artukluya Mêrdînê civîyan.
Yek ji Dayîkên Aştîyê Siltan Ozsevenê got: "Em naxwazin tu kes canê xwe ji dest bide. Em aştîyê dixwazin. Mirin ne rêçare ye."