Dayîkên Şemîyê tevlî xwewnîşandanên dijî dûrxistina ji kar a Şaredarên Kurd bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307831-dayîkên_Şemîyê_tevlî_xwewnîşandanên_dijî_dûrxistina_ji_kar_a_Şaredarên_kurd_bûn
Dayîkên Şemîyê li Mêrdînê tevlî xwenîşandanên gel û Parlemanteran ên dijî wêdadayîna Şaredarên Kurd û danîna Qeyûman dewsa wan bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2019 11:47 Asia/Tehran
  • Dayîkên Şemîyê tevlî xwewnîşandanên dijî dûrxistina ji kar a Şaredarên Kurd bûn

Dayîkên Şemîyê li Mêrdînê tevlî xwenîşandanên gel û Parlemanteran ên dijî wêdadayîna Şaredarên Kurd û danîna Qeyûman dewsa wan bûn.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Firatê, Dayîkên Şemîyê li Mêrdînê tevlî xwenîşandanên gel û Parlemanteran ên dijî wêdadayîna Şaredarên Kurd û danîna Qeyûman dewsa wan bûn.

Dayîkên Aştîyê di dawîya xwenîşandanê di daxûyanîyekê de ragihandin: Em Sergêrrên ku dewsa Şaredarên Kurd hatine danînê bi fermî nas nakin û em ê berevanîya vîn û nûnerên xwe bikin.

Hêjayî gotinê ye ku bi dû vê daxûyanîyê Parlemanterên nerazî û Dayîkên Aştîyê ji şarên curbicur ên Tirkîyê hatin Mêrdînê û li Parka Karayollara Artukluya Mêrdînê civîyan.

Yek ji Dayîkên Aştîyê  Siltan Ozsevenê got: "Em naxwazin tu kes canê xwe ji dest bide. Em aştîyê dixwazin. Mirin ne rêçare ye."