PKK: Li Çelê 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Şervanên HPG/YJA-Starê yên ser bi PKKê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirkiyê çalakî lidarxist. HPG'ê dibêje: Di çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya hêzên xwe li navçeya Çelê ya Colemêrgê û operasyona artêşa Tirkiyê ya li navçeya Şirnex Êlkê daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de diyar kir ku şerwanên wê roja înê 30’ê Tebaxê saet 03:30’an li dijî artêşa Tirkiyê ku li Girê Serzer ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek li dar xist ku di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûn. PKK her wiha ragihand ku Yekîneya çekdar a PKKê ku êrişa ser hêzên Tirkiyê pêk anîbû bi silametî vegeriya baregeha xwe.
PKK herwiha diyar kir ku roja 27’ê Tebaxê artêşa TIrkiyê li herêma Girgavê û Tirba Eshed yên herêma Masirô ya navçeya Şirnex Êlkê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de artêşa Tirkiyê zext li ser gelê herêmê kir û heman rojê saetên şevê bêyî ku encamek bigire paşve vekişiya.
Rayedarên Tirkiyê derheq nê daxuyaniya PKKê hîn ti tişt negotine.