HDP: Serdana Îmamoglu bo Amedê bêdengiya li hember siyaseta qeyûman şikand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307821-hdp_serdana_Îmamoglu_bo_amedê_bêdengiya_li_hember_siyaseta_qeyûman_şikand
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo ku piştgiriya 3 şaredarên HDP'ê yên ji kar dûrxistî bike, serdana Amedê kir û bi Selçûk Mizrakli û Ahmet Turk şaredarên HDPê yên jikardûrxistî yên bajarên mezin ên Amed û Mêrdîn re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2019 08:04 Asia/Tehran
  • HDP: Serdana Îmamoglu bo Amedê bêdengiya li hember siyaseta qeyûman şikand

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo ku piştgiriya 3 şaredarên HDP'ê yên ji kar dûrxistî bike, serdana Amedê kir û bi Selçûk Mizrakli û Ahmet Turk şaredarên HDPê yên jikardûrxistî yên bajarên mezin ên Amed û Mêrdîn re hevdîtin pêk anî.

Îmamoglu ji Amedê bang li hikûmetê kir ku qeyûman paşde bikişîne û li hemberî vîna hilbijêran rêzdar be. Îmamoglu, danîna qeyûman weke xefletê bi nav kir. Hem HDP'yiyan û hem jî xelkê Amedê eleqeyeke mezin nîşanî serdana Îmamoglu dan.

Li gorî rêveberên HDP'ê bi hatina Îmamoglu wan astengiyeke mezin a bêdengiyê şikandiye û niha ew xwe bi tenê hîs nakin.

Hevserokê HDP'a Amedê, Zeyad Ceylan  jî da xuyakirin: “Îmamoglu peyama biratiyê û wekheviyê da. Li hemberî nasname û mesheban peyama biratiyê da. Peyama girîngiya demokrasiyê da û feraseta qeyûman jî rexne kir û got nayê qebûlkirin.”

Ne tenê HDP'î çavên xelkê Amedê jî li serdana Ekrem Îmamoglu bû.

Îmamoglu beşek ji dikandarên Sûra Amedê yek bi yek silav kir û piştgiriya xwe ya ji bo wan nîşan da. Eleqeya li hemberî Îmamoglu jî zêde bû.

Welatiyekî Amedê dibêje: “Pir baş bû. Em gelek kêfxweş bûn. Înşallah dê baştir jî bibe.”

Herwiha welatiyekî din tekez dike: “Ez pir baş dibînim. Li ser serê me hat li ser çavên me hat. Kêfa me pir hat.”

Di 19'ê tebaxê de bi biryara wezareta navxweyî ya Tirkiyê û telîmata serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser 3 şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibûn danîn û ji wê rojê ve CHP ji bo ku bandora qeyûman nehêle şande li ser şandeyê dişîne serdana HDP'iyan.