Erdogan Dîsa gef li kurdan xwar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307820-erdogan_dîsa_gef_li_kurdan_xwar
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje; eger di nava çend hefteyan da leşkerên Tirkiyê herêma ewle kontirol nekin, em ê plana têxin dewrê û ew ê li benda Amerîkayê nemînin lewre sebra wan tuneye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2019 06:17 Asia/Tehran
  • Erdogan Dîsa gef li kurdan xwar

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje; eger di nava çend hefteyan da leşkerên Tirkiyê herêma ewle kontirol nekin, em ê plana têxin dewrê û ew ê li benda Amerîkayê nemînin lewre sebra wan tuneye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh şemiyê 31-0-2019an beşdarî merasîmeka derçûna serbazan li Zaningeha Berevaniya Nişitimanî ya Tirkiyê bû û derbarê avakirina herêma ewle li bakura Sûriyê axivî.

Erdogan aşkere kiriye ku peywendiyên wan ligel Amerîkayê li ser avakirina herêma ewle dewam dike û guhertinên nû rû didin û ew yek nîşan didin ku derbarê herêma ewle da di navbera Amerîka û Tirkiyê da nakokî hene.

Erdogan amaje bi wê yekê jî kiriye ku bi tenê divê leşkerên Tirkiyê herêma ewle kontrol bikin û jibilî vê ti çareseryeke din qebûl nakin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku eger di nava çend hefteyan de kontirola herêma ewle  nekeve destê leşkerên Tirkiyê, ew dê plana xwe têxin dewrê û zêde wextê wa û sebrê me nîne.

Tirkiye û Amerîkayê roja 7ê vê Tebaxê ragihandin ku di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser avakirina navçeya aram lihevkirine. Herwiha di çarçova pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş beriya bi 2 hefteyan şandeke serbazî ya Amerîkayê hatibû derbasî bajarê Rihayê yê bibû.