Ekrem Îmamoglu li Amedê bi Ehmed Turk û Selcûk Mîzraklî hevdîtin kir
- Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku sefera Amerdê kiriye bona diyar kirina piştgiriya xwe ji şaredarên derxistî yên HDPê, bi Selçûk Mizrakli û Ahmet Turk rşaredarên wêdadayî yên bajarên mezin ên Amed û Mêrdîn re hevdîtin pêk anî.
Li gor nûçeya rojnama Evrensel, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di serdana xwe ya Amedê de bi Selçûk Mizrakli û Ahmet Turk rşaredarên wêdadayî yên bajarên mezin ên Amed û Mêrdîn re hevdîtin pêk anî û bi wan re axivt.
Îmamoglu li vê sefera xwe got: Rewşeke pir xirab û dijwar li welêt pêk hatiye, lê belê welatê me bi hevkariya gişkan wê wan rojên dijwar derbas bike. Her dijwariyek dikare ji me re derfetên nû bixuliqîne. Me eva carê ceribandiye kesên ku hewl dan li hilbijartinên 31 Adarê derbê li me xînin, li 23 Hezîranê derfeteke baş ji me re çê kirin.Me wê demê yeketî, dost û hestên xwe dîtin. Birayê me yê mezin Ehmed Turk çiyayê azmûn û tecrubeyan e.Me her car dîtiye ku her dijwariyek dikare ji me re bibe derfet. Em demokrasiyê pir bawer dikin. Ji bo ku ev wate bikeve meriyetê divê em bi hev re xebata xwe berdewam bikin.
Ehmed Turk jî got: Divê ji bo nirxên demokrasiyê em bi hev re bibin yek , eva bi salan e ku em ji bo demokrasiyê dixebitin û deshilata siyasî dixebite bi cudatîxistina nav civakê, dixebite deshilata xwe ya siyasî berdewam bike. Ji berê me mînakên baş hene, tabloya ku li Tirkiyê dikeve ber çavan eva ye ku ji babeta siyasî ve em dikarin girêdayî li cihên curbicur bibin, lê ji bo pêşeroja netewê me em dikarin bi hev re ji bo demokrasiyê bixebitin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ligel şandek duh Şemiyê (31.08.2019) serdanana bajarê Amedê yê kurdnişîn kir û helwesta xwe ya li dijî danîna qeyûman nîşan da.