Sergêrrê Şaredarîya Wanê mûsîqîya Kurdî di dawetan de qedexe kir
Qeyyûmê Şaredarîya Wanê belavkirina sitranên Kurdî di dadwetên ku derveyî salonan de bên lidarxistinê de qedexe kir.
Qeyyûmê Şaredarîya Wanê belavkirina sitranên Kurdî di dadwetên ku derveyî salonan de bên gerrandinê de qedexe kir.
Ligorî rapora Rojnama Evrencelê, piştî ku Parêzgarê Wanê Mehmedemîn Bîlmez weke sergêrrê Şaredarîya Wanê bi dû wêdadayîna Şaredarê ku gel bijartibû hate kivşkirinê, gellek babet li Wanê hatin qedexekirinê ku ya herîdawîyê jî ew e ku wî belavkirina laje û sitranên Kurdî di dadwetên ku derveyî salonan de bên lidarxistinê de qedexe kir.
Qeyyûmê Şaredarîya Wanê Mehmedemîn Bîlmez berî vîya jî dema Parêzgarê wê Parêzgehê bû bi helwestên tund dijî sitranên Kurdî dest bi kar bû û bi qedexekirina konsertên sitranbêjên Kurd bala her kesî kişandibû.