Qeyyûmê Şaredarîya Mêrdînê 150 personelên Şaredarîyê ji kar derxistin
Sergêrrê Şaredarîya Mêrdînê 150 xebatkarên wê Şaredarîyê ji kar derxistin.
Ligorî rapora Rojnama Duvar`ê, Parêzgerê Mêrdînê Mistefa Yaman ku ji 19`ê Tebaxê ve weke Sergêrrê Şaredarîya Mêrdînê dewsa Şaredarê bijartî yê gel Ehmed Turk hatîye kivşkirinê, bi biryarekê 150 personelên Şaredarîya Mêrdînê ji kar derxistin.
Ligorî agahîyan, kesên bi hikmê Sergêrrê Şaredarîyê hatine derxistinê karkerên Pişka Av û Kanalîzasîyona Mêrdînê nasyar bi MARSU`yê li proja danîna kanala avê ya Mêrdînê kar dikirin.
Serokê Çiqa Mêrdînê ya Sendîkayên Karkerên Tirkîyê Rehmî Guneş amajeyî hejmareke zêde ya lîsteyên derxistina karker û personelên Şaredarîyê di rojên bê de kir û ji ber vê yekê dilgiranîya xwe nîşan da û got: Ligorî agahîyan li Şirketa KENTAŞ`ê ser bi Şaredarîya Mêrdînê jî yê karekî wiha bê kirinê. Em jikarderxistinên wiha komkî qebûl nakin.