Pêgirîya Erdogîn ser domandina wêdadayîna Şaredaran
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307749-pêgirîya_erdogîn_ser_domandina_wêdadayîna_Şaredaran
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan amajeyî domandian sîyaseta wêdadayîna Şaredarên bijartî yên gel û danîna Qeyyûman dewsa wan de kir û got: Dema karê Meclisê destpê bû, dosîyayên din jî di vî warî de ser masê amade ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 29, 2019 12:33 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Erdogîn ser domandina wêdadayîna Şaredaran

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan amajeyî domandian sîyaseta wêdadayîna Şaredarên bijartî yên gel û danîna Qeyyûman dewsa wan de kir û got: Dema karê Meclisê destpê bû, dosîyayên din jî di vî warî de ser masê amade ne.

Ligorî rapora Rojnama HABERTURK`ê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan dema vegera ji Ûrsêtê li koma nûçegîhanan amajeyî domandian sîyaseta wêdadayîna Şaredarên bijartî yên gel û danîna Qeyyûman dewsa wan de kir û got: Opozosyona Tirkîyê dilgiranîyek derbarê têkoşîna dijî têrorê de tineye. Têkoşîna dijî têrorê têkoşîneke e ku niha tenê ji hêla Hevalbendîya Cumhûrê va tê şopandin. Me di vê rêyê de tenê MHP`ê li rex xwe dît. Bilî MHP`ê tu hereketeke sîyasî di têkoşîna dijî têrorê de li rex me cî negirt. Me 3 Serokşaredarên ku têkilî bi têrorê re hebûn bi hikmeke idarî wêda dan. Ji vir pê ve jî hûn dê bibînin dema Meclisê karê xwe destpê kir, me di vî warî de dosîyên din jî ser masê hene.

Wî di dewama gotinên xwe da amajeyî meseleya Devera Ewleh li bakura Sûrîyê û lihevkirina digel Amerîkayê di vî warî de jî kir û got: Amerîka divê peywendîyên digel YPG/PYD ku bi heceta têkoşêna dijî DAIŞ`ê damezirandîye, kuta bike. Divê Amerîka xwe ji pêngavên jibo rewakirina vê komê û zemînesazîya jibo karkirina wê dûr ragire.