Desteyeke HDP`ê digel Balyozên welatên ewrûpî civîya
Desteyeke Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li Enqerê bi Balyozên welatên ewrûpî li Tirkîyê re civîya û bi wan re derbarê alûgurên vê dawîyê yên navçê û Tirkîyê de gotûbêj kir.
Ligorî rapora Rojnama Duvar`ê, Desteyeke HDP li Enqerê bi Balyozên welatên ewrûpî li Tirkîyê re civîya û bi wan re derbarê alûgurên vê dawîyê yên navçê û Tirkîyê nemaze meseleya wêdedayîna Şaredarên Kurd de gotûbêj kir.
Desteya HDP`ê ji Şaredarê wêdadayî yê Mêrdînê Ehmed Turk, Şaredarê wêdadayî yê Amedê Endan Selcûk Mizrakli û Şaredara wêdadayî ya Wanê Bedîe Ozgokçe û Alîkarê Hevseroikên HDP`ê Nazimî Gur pêk hatibû.
Di wê hevdîtinê de ku nêzîkî 2 sietan girte ber xwe, her du alîyan wêdadayîna Şaredarên Kurd bi hikmê Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê hilkolandin û dûhat û dengvedana vê mijarê di asta navçê de hat nirxandinê.
HDP`ê bi dû wê civînê di daxûyanîyeke nivîskî de ragihand: "Em dê derbeya dijî Şaredarên Kurd qebûl nekin û di dewama vê têkoşînê de seredana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê jî bikin. Me di wê hevdîtinê de Dîplomat û Balyozên ewrûpî derbarê dilgiranîyên xwe têkildarî demajoya hiqûqî li Tirkîyê de agahdar kirin."
Di dawîya wê daxûyanîya HDP`ê de hatîye: "Alîyên ewrûpî jî ragihanin ku demajoyê ji nêzîk va dişopînin û dê vê yekê bidomînin."