Ahmet Turk: Dixwazin dengê Kurdan bibirrin
Şaredarê Mêrdînê Ahmed Turk ku ji kar hatiye dûrxistin, ragihand ku dixwazin dengê gelê Kurd, dengê siyasetmedarên Kurd bibirrin.
Şaredarê wêdadayî yê Mêrdînê Ahmed Turk di civîneke çapemenîyê de derbarê danîna qeyûman de aşkera kir ku ev tiştên hatine kirin li dijî demokrasiyê ne û divê cîhan hemû vê yekê bibihîze û got, “Dixwazin dengê gelê Kurd, dengê siyasetmedarên Kurd bibirrin û van operasyonan bi vê armancê pêk tînin.”
Ehmed Turk derbarê hewldan û hevdîtinên rayedarên HDP`ê û CHP`ê û aliyên din de jî got, “Em dixwazin hemû gelê Kurd, gelê Tirk û gelên cîhanê, vê siyaseta dijehiqûqê û bêwijdanîyê bibhîzin û em dengê xwe digihînin wan. Em îro bo demokrasiyê di xebatekê de ne. Em baş dizanin heke ew kesên ku demokrasiyê bawer dikin, eniyekê ava nekin, dê roj bi roj jiyaneke gelek xirab li pêşiya me be.Têkiliyên me ne meseleya CHP`ê ye, têkiliyên me bo wê ne ku mirovên dêmokirat û demokrasîhez bên ba hev ta ku siyaseta li dijî demokrasiyê, ya li dijî Kurdan bisekînin, armanc ew e.”
Ahmet Turk di dewama axaftina xwe de ragihand, “Li Rojhilata Navîn gelek astengî, alozî hene, dixwazin bi van operasyonan bandoreke xerab li ser gelê Kurd bikin. Armanca wan ev e.”
Roja 19`ê vê mehê şaredarên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve bi hinceta 'alîkariya terorê' ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin danîn.