Opêrasyona Artêşa Tirkîyê ya Kiran-2`yê destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307714-opêrasyona_artêşa_tirkîyê_ya_kiran_2_yê_destpê_bû
Hêzên Ewlehî û Artêşa Tirkîyê opêrasyonek ser navê Kiran-2 bi merema tepeserkirina hêzên PKK`ê li parêzgehên Mêrdîn, Batman û Şirnexê destpê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 13:18 Asia/Tehran
  • Opêrasyona Artêşa Tirkîyê ya Kiran-2`yê destpê bû

Hêzên Ewlehî û Artêşa Tirkîyê opêrasyonek ser navê Kiran-2 bi merema tepeserkirina hêzên PKK`ê li parêzgehên Mêrdîn, Batman û Şirnexê destpê kirin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Hêzên Ewlehî û Artêşa Tirkîyê opêrasyonek ser navê Kiran-2 bi merema tepeserkirina hêzên PKK`ê û têkbirina sitargeh û cebilxanên wan li parêzgehên Mêrdîn, Batman û Şirnexê destpê kirin.

Ew opêrasyona hevpar ji hêla Fermandeyê Gişt Hêzên Jandirme û Serokê Polîsên Tirkîyê Mehmed Aktaş ve li şarê Mîdyat ê Parêzgeha Mêrdînê tê birêvebirinê û 117 tîmên opêrasyonê têda pişkdar in.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê jî çend rojan berî niha ragihand ku opêrasyona Pence-3 li devera Sînat-Heftanînê li bakura Iraqê destpê bû.

Ew opêrasyona jî bi piştgirîya balafirên cengê, hêzên hewayî, balafirên bêpîlot û hêzên Hawanavêj didome.