Kiliçdaroglu: Em dê dewrên fêrkirina zimanê Kurdî li Şaredarîya Istenbolê lidar bixin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307707-kiliçdaroglu_em_dê_dewrên_fêrkirina_zimanê_kurdî_li_Şaredarîya_istenbolê_lidar_bixin
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ragihand ku ew dê astengên li pêşiya zimanê Kurdî rakin û dê kursên zimanê Kurdî li Şaredarîya Istenbolê vekin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 11:21 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Em dê dewrên fêrkirina zimanê Kurdî li Şaredarîya Istenbolê lidar bixin

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ragihand ku ew dê astengên li pêşiya zimanê Kurdî rakin û dê kursên zimanê Kurdî li Şaredarîya Istenbolê vekin.

Ligorî rapora Rojnama Bîrgûnê, Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Istenbolê, ligel derçûyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ku ji aliyê Platforma Parêzvanên Mafan ve hatibû sazkirin, kom bû û jibilî Kilçdaroglu,  Seroka CHPê ya Stenbolê, Cîgirê Serok û beşeke din a berpirsên CHPê jî tê de beşdar bûn. Nivîskar û hiqûqnasên Kurd jî di wê kombûnê de cihê xwe girtin.

Di wê kombûnê de derçûyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî daxwaz ji Kemal Kiliçdaroglu kirin ku li Stenbolê di bin sîwana, Kursên Pîşeyî û Hunerî (ISMEK) de ku girêdayî Şaredariya Istenbolê ye, kursên bo zimanê Kurdî jî bên vekirin.

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî di wê civînê de gotarek pêşkêş kir û aşkere kir ku ew dê di bin sîwana ISMEK`ê de kursên zimanê Kurdî jî vekin û dê derçûyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li wan kursan istixdam bikin.

Kiliçdaoglu di dewama axaftina xwe de diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê her kesî ye û got, “Wêjeya Kurdî heye. Kurdî zimanekî qedîm e. Kurd ne ku duh derketine holê. Çandeke wan a kûr û dewlemend heye. Divê wêje, sînema û nîgara Kurdî hebe û dê hebe. Hêza ti kesî têrî wê nake vê asteng bike yan paş bixe. Em wek CHP dixwazin di rêveberiyên xwecihî de vê xizmetê bidin. Jibilî vekirina kursên Kurdî em dê ji bo kalên ku Tirkî nizanin, di warê tendirustiyê de xebatkarên ku Kurdî dizanin istixdam bikin.”

Serokê CHP herwiha aşkere kir ku li Tirkiyê demokrasî nîne û derbarê meseleya Kurdan de jî diyar kir, “Meseleya Kurdan, meseleya civakê ye, tenê siyasetmedar dikarin li parlamentoyê çareser bikin. Me 6`ê Hezîrana 2012`an li ser vê mijarê daxwaznameyek da. Ji me re gotin, ‘hûn vî karî fêm nakin. Me jî got, ‘hûn vê meselê çareser bikin, em amade ne bo her piştgiriyekê’. Lêbelê nekarîn çareser bikin.”

Kemal Kilçdaroglu derbarê destûra bingehîn a Tirkiyê de jî got ku bi destûra derbeyê ev pirgirêkên ku ketine ser hev, nayên çareserkirin û diyar kir, “Divê destûreke nû a ku ji hiqûqa derbeyên 12`ê Îlonê û 12`ê Adarê hatiye paqijkirin, bê amadekirin.”