Moskow: Enqere berpirsê gêreya li Idlibê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307686-moskow_enqere_berpirsê_gêreya_li_idlibê_ye
Berdevkê Qesra Serokomartîya Rûsyayê (Kremlîn) ragihand: Moskow dewleta Tirkîyê wek berpirsê rewşa bigêre ya li Idliba Sûrîyê dizane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 27, 2019 14:38 Asia/Tehran
  • Moskow: Enqere berpirsê gêreya li Idlibê ye

Berdevkê Qesra Serokomartîya Rûsyayê (Kremlîn) ragihand: Moskow dewleta Tirkîyê wek berpirsê rewşa bigêre ya li Idliba Sûrîyê dizane.

Berdevkê Qesra Serokomartîya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand ku ligorî lihevkirinên li Soçîyê, berpirsîya rewşa bigêre ya li Idliba SÛrîyê di ustîyê Tirkîyê de ye.

Berdevkê Kremlînê herwiha got: Serokomarê Rûsyayê Vladmîr Pûtîn di hevdîtina îro ya digel Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan li Moskowê de ji ber rewşa bigêre ya Idlibê bi awayekî taybet bala xwe da ser meselên Sûrîyê.

Dmitry Peskov herwiha pêgirî kir ku Pûtîn ji ber zêdebûna êriş û destdirêjîyên têrorîstan li Idlibê dilgiran e.

Serokomarê Tirkîyê duh amajeyî seredana xwe ya îro ya Ûrsêtê û hevdîtina digel hevtûşê xwe yê rûs Vladmîr Pûtîn kir û got: Heke bi dû muzakirê encamek bi dest nekeve, leşkerên Tirkîyê yê derbasî bakura rojhilata Sûrîyê bibin.