Pûtîn û Erdogan civîyan
Serokomarên Tirkîye û Rûsyayê li Moskowê civîyan û mijara herî girîng a gotûbêja wan jî devera ewleh li Idlibê bû.
Serokomarên Tirkîye û Rûsyayê Receb Teyîb Erdogan û Vladmîr Pûtîn îro di merasima vekirina nîşangeha hewayî ya Rûsyayê ya bi navê Max-2019`ê li şarê Jokuvskîyê li rojhilata Moskowê pişkdar bûn û seredana nivşa pêncan a Sukho-57 ku reqîbê F-35 ên Amerîkayê tê hesêb kirin. Erdogîn got. Hevkarîya digel Rûsyayê liv û tevger xistîye pişkên hewayî û pêşeyên hewayî yên Tirkîyê û bûye sedema pêşketina têknolojîyê li wî welatî.
Ligorî raporan, "devera ewleh li Idlibê" mijara herîgirîng a muzakireya Pûtîn û Erdogîn bûye û Serokomarê Tkrkîyê hêvîdar e ku di vî warî de û jibo girtina pêşîya pevçûna di navbera Artêşên Tirkîye û Sûrîyê de bi Rûsyayê re lihev bike çinku Erdogîn berî seredana Moskowê gotibû: "Binpêkirina agirbesê li Idlibê ji hêla Artêşa Sûrîyê va didome."