Duwemîn sîstema mûşekî ya S-400 a rûsî derbasî Tirkiyê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307681-duwemîn_sîstema_mûşekî_ya_s_400_a_rûsî_derbasî_tirkiyê_bû
Duwem sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsiyê gihêşt Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 27, 2019 14:06 Asia/Tehran
  •  Duwemîn sîstema mûşekî ya S-400 a rûsî derbasî Tirkiyê bû

Duwem sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsiyê gihêşt Tirkiyê.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, ji Enqerê, piştî  ku Xilûsî Akar, wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê  ragahnd ku guhestina duwem sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsiyê bo Tirkiyê,  destpê bûye, îro nîvro balefira hilgirê pirtiyên vê sîstemê li balefirgeha eskerî ya Enqerê rûnişt erdê.

 Li Tîrmehê piştî derbasbûna yekim sîstema S-400 bo Tirkiyê, Emerîkayê welatê hanê ji nav bernama  çêkirina  balefirên cengê yên herî pêşketî ya F-35 derxist û heftiya buhurî jî pêşniyara firotina sîstemên mûşekî yên Patriotê bo Tirkiyê îbtal kir.

 Li gorî hevhatina  Tirkiyê bi Rûsiyê re li sala 2017`an, biryar e Tirkiye çar sîstemên  mûşekî yên S-400  bayê 2.5 milyar dularî ji Rûsiyê bikre.

 Waşengtonê bi caran gef xwariye ku ger sîstemên berevaniya hewayî ya S-400 ji Rûsiyê bikrin dê boykotan li dijî vî welatî cih bîne.