Hulusî Akar: Ji Sibe ve, şandina S400 berdewam dike
Tebax 27, 2019 09:10 Asia/Tehran
Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got: Ji Sêşemê (îro) û pê ve, şandina sîstema berevanîya S400 berdewam dike.
Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar di daxûyaniyekê de ragehand: Li gor projeya bi cîhkirina S400, şandina û bi cîhkirina batarîyan ji roja sêşemê destpêdike.
Hulusî Akar dîyar kir, wek hatiye pilankirin projê S400- an tê bicîhkirin.
Wezirê Berevanîya Tirkiyê, di derbarê herêma qaşo Ewle ya bakura Sûriyê de jî got: Li gor rêkeftina me li gel Emrîkayê, hevkariya hêzên Tirkiyê û Amerîkayê û dewreyên hevpar yên li gel Emrikîyan li deverên aram, di nav demek nêz de, dê destpê bike.