Erdogan: Ji Malazgir heta Iznike xak a Tirkan e
Tebax 27, 2019 09:01 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Navçeya kurdnişîn a Malazgira Mûşê di salvegera şerê Malazgirê de, hebûna pêkhatiyên curbicur ên wekî kurdan di nav Tirkiyê înkar kir û got: Ji Malazgir heta Iznike xak a Tirkan e.
Serokomar Receb Teyib Erdogan ji bo ku tirkên nijadperest ber bi xwe bikişîne dli devea kurdan a Malazgira Mûşê hebûna kurdan ku çendîn hezar sal berî tirkan li navçê ne înkar kir û diyar kir: Bi destpêkirina Şerê Malazgirê ya sala1071an, wan (tirkên selcûqî) ev xak kiriye Welatê Tirkan.Ji Malazgirê bigre heta İznikê bûye xak a Tirkan.
Erdogan, opozisyona Tirkiyê jî rexne kir û got: Hestê netewî li gel CHPê nemaye, nizane "Misaqa Milli" çi ye û ligel HDPê bûye hevdeng û li dijî projeyên wan ên Netewî, derdikevin.