Muhtemel e leşkerên Tirkiyê bikevin Rojhilata Sûriyê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Enqerê de got:Ger dîplomasî negihêje encamê Ji Tirkiyê re dîplomasî berî her leşkerên tirk wê bikevin rojhilata Firatê.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Enqerê de got: Ji Tirkiyê re dîplomasî berî her tiştî ye, lê belê ger xwestekên me red bikin, emê plana xwe ya ketina nav rojhilata Firatê cih bînin.
Erdogan herwiha bal kişand ser sefera xwe ya Rûsyayê ku biryar e îro cih were û diyar kir ku li vê seferê de wê bi serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û rayedarên din ên rûs re hevdîtin û gotûbêjê bike, û hêvîdariya xwe diyar kir ku li vê seferê de wê ser pirsgirêka Idlibê bigihêjin lihevkirinê.
Artêşa Sûriyê vê dawiyê bajarê girîng û stratejîk ê Xan Şêxûn û bajarokên din ên wekî Letamine, Letemîn, Morek, Merkebe û Keferzîta azad kirin,. Eva bûye sedema nerahetî û hêrsbûna Erdogan ku artêşa wî zêde ji 4000 Kîlometrên çarkonc ji wan bajarên El-Bab, Ezazm Cerablus û Efrîn li bakura Sûriyê dagîr kirine.
Dewleta Sûriyê bi caran ji dewleta Tirkiyê xwestiye terka axa Sûriyê bide.