5 Generalên pillebilind ên Artêşa Tirkîyê istêfa kirin
Tebax 26, 2019 03:51 Asia/Tehran
Bi dû civîna Civata Bilind a Leşkerî ya Tirkîyê ku di destpêka Tebaxê de hat lidarxistinê, 5 Generalên pillebilind ên Artêşa vî welatî istêfa kirin.
Rojnama Cumhuriyetê nivîsî ku istêfaya wan 5 Generalên pillebilind ên Artêşa Tirkîyê wekî berteka himberî biryarên Civata Bilind a Leşkerî ya vî welatî yên di çarçova piçûktirkirina Artêşa vî welatî de bûye.
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê heta niha tu daxûyanîyek di vî warî de nedaye.
Civata Bilind a Leşkerî ya Tirkîyê (YAS) di 1`ê Tebaxê de bi serokatîya Serokomarê vî welatî Receb Teyîb Erdogan jibo hilkolandina wêdadayîn, jordabirina pilleyan û kivşkirina hejmareke fermandeyên pillebilind ên Artêşê jibo postên curbicur civîyabû.