HDP ji bo lidarxistina Mîtînga Mezin a roja cîhanî ya aştiyê amade ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307621-hdp_ji_bo_lidarxistina_mîtînga_mezin_a_roja_cîhanî_ya_aştiyê_amade_ye
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ji bo lidarxistina Mîtînga Mezin a roja cîhanî ya aştiyê ya bi slogana "Çareseriya Demokratîk ji bo Aştiya bi Şeref" gavên pêwîst despê kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2019 15:20 Asia/Tehran
  • HDP ji bo lidarxistina Mîtînga Mezin a roja cîhanî ya aştiyê amade ye

Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ji bo lidarxistina Mîtînga Mezin a roja cîhanî ya aştiyê ya bi slogana "Çareseriya Demokratîk ji bo Aştiya bi Şeref" gavên pêwîst despê kirine.

Li gor Kurdpressê,  HDP ji bo lidarxistina Mîtînga Mezin a roja cîhanî ya aştiyê ya bi slogana "Çareseriya Demokratîk ji bo Aştiya bi Şeref" li Amedê gavên pêwîst despê kirine.

Lijneya lidarxistina vê Mîtîngê li hevpeyvîna çapemeniyê li avahiya HDP ya parêzgeha Amedê bal kişand ser lidarxistina vê mîtîngê li meydana Stasiyonê ya Amedê û got: Gavên pêwîst ji bo standina îznamê despê bûne . Ev mîtînga roja yekê Îlonê li meydana Stasiyonê ji saet 15 heya 19 tê lidarxistin.