Serokê Fraksiyona HDPê li parlemana Tirkiyê: Desteserkirina şaredarên kurd pêvajoya tam siyasî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307609-serokê_fraksiyona_hdpê_li_parlemana_tirkiyê_desteserkirina_şaredarên_kurd_pêvajoya_tam_siyasî_ye
Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîka Gel (HDP) li parlemana Tirkiyê Saruhan Oluç (Sarûxan Olûç) bal kişand ser îdiaya wezîrê Karên hundir ê Tirkiyê ku desteserkirina Şaredariyên HDPê yên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê pêvajoyeke huqûqî dabû zanîn û got: Suleyman Soylu derewan dike, Desteserkirina şaredarên kurd pêvajoya tam siyasî ye .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2019 12:53 Asia/Tehran
  • Serokê Fraksiyona HDPê li parlemana Tirkiyê: Desteserkirina şaredarên kurd pêvajoya tam siyasî ye

Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîka Gel (HDP) li parlemana Tirkiyê Saruhan Oluç (Sarûxan Olûç) bal kişand ser îdiaya wezîrê Karên hundir ê Tirkiyê ku desteserkirina Şaredariyên HDPê yên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê pêvajoyeke huqûqî dabû zanîn û got: Suleyman Soylu derewan dike, Desteserkirina şaredarên kurd pêvajoya tam siyasî ye .

Rojnama Bir Gün a Tirkiyê nivîsiye: Serokê Fraksiyona HDPê li parlemana Tirkiyê Saruhan Oluç bal kişande ser desteserkirina serokên Şaredariyên HDPê yên sê bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê wezareta karên hundir a Tirkiyê û got: Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Kampeynên hilbijartinê 31 Adara 2019 bi eşkera diyar kir ku dewsa şaredarên HDPê li bajarên kurdan wê qeyûman dayne  û gava yekem a dagîrkirina şaredariyan ji aliyê hikûmeta Erdogan li yekê Nîsanê hate rakirin .Rakirina gaveke wiha piştî rojekê bi dû hilbijartinan ji her kesî re eyan dike ku ev karê AKPê û hikûmeta wê pêvajoyeke siyasî ye.

Erdogan ji kurdan re eşkera got: Heke  hûn hilbijartina xwe bikin û şaredariya xwe hilbijêrin jî, emê wan wêda bidin. axivtina ji meseleke wiha ji her însanekî re ku pêçek ji demokrasiyê jî fem dike ne pêkan e. 

Olûç di dewamê de desnîşan kir: Eva pêvajoyeke tam siyasî û ti têkeliya wê bi huqûq re tine û hilêxistina berûlayên huqûqî ji bo vê pêvajoyê dereweke mezin e. Soylu derewan dike. eva pêvajo û tevgereke siyasî ye. Deshilata siyasî tiştê ku nekarî ji sandiqên dengan bi dest bêxe niha dixebite ji vê rêkê bi darê zorê bi dest bêxe. Hilbijartin û mafê hilbijartinê yê neteweyê bi eşkera hatiye zevtkirin û jêstandinê . Ev pêvbajoya ji pêşve hatiye organîzekirin û eva cinayeteke eşkera ye.  

bal kişand ser îdiaya wezîrê Karên hundir ê Tirkiyê ku desteserkirina Şaredariyên HDPê yên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê pêvajoyeke huqûqî dabû zanîn  û got: Suleyman Soylu derewan dike, Desteserkirina şaredarên kurd pêvajoya tam siyasî ye .