Navenda Operasyonê ya Hevbeş a Amerîka û Tirkiyê dest bi xebatê kir
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar aşkere kir wan ligel Amerîkayê Navenda Operasyonê ya Hevbeş avakiriye û hêzên wan li bakura Sûriyê ji bo avakirina Devera Aram dest bi xebatê kirine.
Ligor ajansa IRIB Newsê duh Hulusî Akara got, Navenda Operasyona ya Hevbeş ku ligel Amerîkayê hatiye avakirin bi temamî dest bi xebatê kir û desnîşan kir ku ji bona destpêkê li qadê xebat tên kirin.
Akar der heqê avakirina herêma ewle de destinîşan kir rakirina firokeyan ya hevbeş ya ewil îro tê kirin.
Tirkiye û Amerîkayê roja 7ê vê Tebaxê ragihandin ku di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser avakirina navçeya aram lihevkirine. Herwiha di çarçova pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş beriya bi 2 hefteyan şandeke serbazî ya Amerîkayê derbasî bajarê Rihayê bibû.
Wezareta derve ya Sûriyê ragihand ku Şam li dij vê lihevkirina Waşîngton û Enqerê ye û wê wek dagîrkeriya axa Sûriyê û li dijî qanûnên navneteweyî dizane.