Girtina hejmarek ji personelên Hêza Hewayî ya Tirkiyê
Rojnama Yênîşefeqê çapa Tirkiyê li bara girtina hejmarek ji personelên Hêza Hewayî ya vî welatî bi tawana desthebûna li darbeya bêencam a sala 2016`an a li dijî Hikûmeta Enqerê û peywendiya bi koma Gulen re agahî da.
Rayedarên Dadweriyê yên Tirkiyê roja îniyê li çarçoveya lêkolînên li bara darbeya bêencam a sala 2016`an a li dijî dewleta Tirkiyê û kesên têkildar bi koma Gulen re hikmê girtina 34 personelên berê yên Hêza Hewayî ya vî welatî dan.
Li gorî vê raporê, 21 kes ji wan kesana li operasyona hêzên ewlehiyê li 17 parêzgehên Tirkiyê hatin girtin û operasyoan girtina 13 kesên din didome.
Enqere idia dike ku Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an e, lê Gulen bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an zêde ji 50 hezar kes heya niha bi tawana peywendiya bi cimaeta Gulen re li Tirkiyê hatine girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî ji kar û şuxilên dewletê li vî welatî hatine derxistin.
Di encama vê darbeya bêencam de 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.