Rexneya Qilîçdaroglu ji Erdogan ji ber wêdadana sê şaredarên Kurd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307578-rexneya_qilîçdaroglu_ji_erdogan_ji_ber_wêdadana_sê_şaredarên_kurd
Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) ji biryara Erdogan a wêdebirina sê şaredarên Kurd ji ser postên wan got: Heta eger serokkomar bibî jî nikarî her çiya ku dilê te dixwaze bikî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2019 12:51 Asia/Tehran
  • Rexneya Qilîçdaroglu ji Erdogan ji ber wêdadana sê şaredarên Kurd

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) ji biryara Erdogan a wêdebirina sê şaredarên Kurd ji ser postên wan got: Heta eger serokkomar bibî jî nikarî her çiya ku dilê te dixwaze bikî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Kemal Qilîçdaroglu serokê partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) ku bi saya piştevaniya kurdên Tirkiyê ji partiya wî, CHP`ê karî postên şaredariyan li parek ji bajarên mezine Tirkiyê ji wan Istanbûlê bînin dest , piştî bêdengiyekî dirêj ji hemberî biryara wezareta karên hundire Tirkiyê ku sê şaredarên kurd ji ser postên wan derxistin got: Heta eger serokkomar bibî jî nikarî her çiya ku dilê te dixwaze cih bînî.

Wî got: Nikarin vê zêhniyeta ku niha ku hûn hatine bijartin her çiya ku dilê we dixwze ser xelkê tehmîl bikin û heta eger hûn serokkomar jî bin nikarin biryarên xwe îcra bikin û qanûnê binpê bikin ji ber ku li Tirkiyê saziya dadweriyê dê karên we daweriyê bike.

Wî got: Heta wê çaxê ku tawana kesek îspat nebûye hûn nikarin wî ji ser karê xwe wêdadayînin, ew kesên ku bûne şaredar 4 meh berî niha bi dengên xelkê hatine bijartin niha pirs evaye ku gelo dadgehek biryar daye ku ewna tawanbarin ku we ewna ji ser postên ku wan hebûne derxistine, hûn kî ne ku biryarên wiha digirin kê heqekî wiha daye we, demokrasî bi wateya berevaniya ji heq û mafê hemûyan e.

Wezareta karên hundir a Tirkiyê vê dawiya bi daxuyaniyekê ragihand ku Ednan Selcûq Mîzraklî, şaredarê Amedê, Ehme dTurk, Şaredarê Mêrdînê û Bedîa Ozgûkçe şaredara Wanê bi tawana "Piştgiriya ji komên têrorîst" hatine wêdadayîn û berpirsiyariya wan bo qayîm meqamên van navçeyan hatiye ispartin.

CHP û HDPê fermana Wezareta karên hundir a Tirkiyê ya wêdadayîna sê şaredarên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên hilbijartî ji aliyê gel va wek darbeyek dijî vîna gel û xalên pergala dêmokrasiyê dan zanîn.