HDP`ê daxwaza piştgiriyê ji CHP`ê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307573-hdp_ê_daxwaza_piştgiriyê_ji_chp_ê_kir
Ji aliyekê ve ku xwepêşandanên HDP`ê li hemberî danîna qeyûman berdewam in, ji aliyekî ve jî HDP`ê daxwaz ji tevahiya aliyên siyasî û civakî yên Tirkiyê jî dike ku piştevaniya wê bikin û ew jî nerazîbûna xwe li hemberî danîna qeyûman nîşan bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2019 11:24 Asia/Tehran
  • HDP`ê daxwaza piştgiriyê ji CHP`ê kir

Ji aliyekê ve ku xwepêşandanên HDP`ê li hemberî danîna qeyûman berdewam in, ji aliyekî ve jî HDP`ê daxwaz ji tevahiya aliyên siyasî û civakî yên Tirkiyê jî dike ku piştevaniya wê bikin û ew jî nerazîbûna xwe li hemberî danîna qeyûman nîşan bide.

Nerazîbûn, xwepêşandan û çalakiyên HDP`ê li dijî danîna qeyûman bo sê şaredariyên deverên Kurdnişîn berdewam in û berpirsên payebilind ên wê partiyê daxwazê ji partiya sereke ya  opozisyona Tirkiyê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) dikin ku helwêsta xwe nîşan bidin. Di roja yekem a bûyeran de, Hevseroka HDP`ê Pervîn Buldan peyamek ji Kemal Kiliçdaroglu re şand û daxwaza hevahengiyê kir.

Hevseroka HDP`ê Pervin Buldan got: "Îro banga min di ser hemûyan re bo Kiliçdaroglu û CHP`ê ye, piştre bo wan partî û  grûpên wan li parlamentoyê hene ji xeynî AKP û MHP`ê, bo partiyên derveyî parlamentoyê û wan komele û grûpên demokrasiyê diparêzin, divê em vê ceribandinê bi hevre derbas bikin. Tişta îro li beramberî me hatiye kirin, bêguman sibê yê li beramber we bê kirin. Loma eger îro em wê ranewestînin, sibê dê her kes bikeve vê bazinê."

Ji xeynî herdû hevserokên HDP`ê, Şaredarê wêdadayî yê Amedê, Ednan Selcûq Mizrakli jî di peyamekê de xitabî Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu piştgirîya wî ji rakirina parêzbendîya Parlimanteran li Parlimana Tirkîyê anî bîrê û ragihand: Şaşitîya duyem neke. Şaşitîyên bi vî rengî dê ne gel û ne jî dîrok efû bike.

Herwiha Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku niha hatiye dûrxistin, Kiliçdaroglu rexne kir ku di peywendiyeke telefonî de gotibû, daketina ser cadeyan ne çareserî ye. Ahmet Turk jî gotiye bêdengî jî ne çareserî ye.