Çavûşoglu: Em ji Hemaya Sûrîyê dernakevin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê wek berteka himberî azadkirina derdora bakura Parêzgeha Hemayê ji hêla Artêşa Sûrîyê ve got: Artêşa Tirkîyê terka binkeya zêrevanîyê ya xwe li derdora bakura vê parêzgehê nade.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu ku li Beyrûtê ye, got: Binkeya zêrevanbîyê ya Nehem a Artêşa Tirkîyê ku jibo parastina agirbesê li devera ewleh a li derdora bakura Parêzgeha Hemayê hatîye damezirandinê, ji hêla Artêşa Sûrîyê va hatîye dorpêçkirinê.
Artêşa Sûrîyê di encama opêrasyona xwe ya di çend rojên buhurî de destpêkê şarê girîng û istiratêjîk ê Xan Şêyxûnê azad kir û paşê derbasî bajarokên Letamine, Letmîn, Mûrk, Meirekebe û Kefer Zeytayê bû û ew yek bi dû yê din ji lepên têrorîstan azad kirin.
Ji hêla din ve, Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan jî di peywendîyeke têlêfonî digel Serokomarê Ûrsêtê Vladimîr Pûtîn de idia kir ku êrîş û pêşhatên li Idlibê dibin metirsiyeke ciddî himberî ewlehîya netewî ya Tirkiyê û tekez kir, berdewamiya êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê ser Idlibê, dê bibin sedema pêkhatina krîzeke mezin a mirovî.
Erdogîn di wê peywendîya têlêfonî de herwiha idia kir ku êrişên li Idlibê zirarê digihînin pêvajoya çareseriyê ya ji bo qeyrana Sûriyê.
Eva di halekî da ye ku têrorîstên li Idlibê ku Enqere pişta hinek ji wan digire, bicaran bi êrişa ser sivîlên li Parêzgeha Hemayê girbes binpê kirine û bûne sedema kuştina gelê Sûrîyê.