Pêgiriya Erdoxên li ser piştgiriya ji mafên beşa tirknişîn a Qibrisê
Serokomarê Tirkiyê li ser piştgiriya ji mafên beşa tirknişîn a Qibrisê pêgirî kir.
Li gorî rapora malpera TRTê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê duh piştî hevdîtian digel Ersîn Tatar serokwezîrê beşa tirknişîn a Qibrisê di konferanseka çapemeniya hevpar li Enqerê got: Tirkiye wisa ku mafên xwe diparêze, dê piştgiriya ji berjewendiyên tirkên Qibrisê jî bidomîne.
Erdoxên tevî tawanbarkirina beşa yewnanînişîn a Qibrisê bi nebûna meylekê jibo çareserkirina kêşeya Qibrisê got: Hegera qewimîna kêşeya Qibrisê û çaresernebûna wê heta niha reftarên beşa yewnanînişîn bûye.
Erdoxên tevî amajeya bi mudaxileya leşkerî ya Tirkiyê li Qibrisê (di sala 1974an d) got: Êrîşên xwînbar li ser tirkên Qibrisê bû sebeba destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li vê Qibrisê.
Serokomarê Tirkiyê got: Yekîtiya Ewropayê bi berxwegirtina tevdîran li dijî Tirkiyê û beşa tirknişîn a Qibrisê ji ber çalakiyên Tirkiyê di warê keşfkirina çavkaniyên enêrjiyê li rojhilata Deryaya Sipî, ziyan û zirarê digihîne xwe.
Girava Qibrisê ku li nav Deryaya Sipî da ye, li pey nakokiya navbera Yewnan û Tirkiyê di sala 1974an da û piştî şerê navbera du welatan li ser du beşên tirknişîn (bakurî) û yewnanînişîn (Başûrî) hat parçekirin.