Dewama nerazîtiya gel li Amedê / Bi dehan kes hatin girtin
Hêzên polîsê Tirkiyê bi dehan kes ji neraziyan li bajarê Amedê girtin.
Li gorî rapora ajansa Doganê, Rayedarên Enqerê di sêyemîn roja xwenîşandana bajarê Amedê, 30 kes girtin.
Hêzên Polîs duh jî jibo belavkirina neraziyan erebeyên Avpij û gaza rondikrêj bi kar anîn.
Bajarê Amedê ji sê rojan beriya niha va bûye qada xwenîşandana li hemberî biryara wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ya wêdadayîna şaredarên hilbijartî ji aliyê gel va yên sê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê.
Wezareta karên hundir a Tirkiyê vê dawiya bi daxuyaniyekê ragihand ku Ednan Selcûq Mîzraklî, şaredarê Amedê, Ehme dTurk, Şaredarê Mêrdînê û Bedîa Ozgûkçe şaredara Wanê bi tawana "Piştgiriya ji komên têrorîst" hatine wêdadayîn û berpirsiyariya wan bo qayîm meqamên van navçeyan hatiye ispartin.
CHP û HDPê fermana Wezareta karên hundir a Tirkiyê ya wêdadayîna sê şaredarên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên hilbijartî ji aliyê gel va wek darbeyek dijî vîna gel û xalên pergala dêmokrasiyê dan zanîn.