Parlementerê AKPê: Kiryarên polîs li wanê Hovane bûn
Mistefa Yêneroxlû, Parlementerê AKPê ji Stenbûlê tevî nîşandana nerazîtiya xwe ji tundiya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê û lêdana gel li xwenîşandana Wanê, ev kiryar Hovane da zanîn û daxwaza wêdadayîn û darizandina van hêzên Polîs kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rojnameya Bîrgûnê, Mistefa Yêneroxlû, Parlementerê AKPê ji Stenbûlê di Twitera xwe da tevî amajeya bi xwenîşandana gel li wanê li hemberî wêdadayîna sê şaredarên Kurd û tundiya hêzên ewlehiyê li hemberî gel, nivîsî: Neraziyê ku xwe li qehwexaneyekê sitirand kete ber lêdana hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê. Weşandina van wêneyan ji Wanê gellek bixuf e.
Wî got: Ev kiryara hovane heta wan hêzên ewlehiyê û polîsê Tirkiyê ku erka xwe ya qanûnî cih tînin, dixe bin pirsê û navê wan xera dike. Kiryarên wiha Hovane bi ti awayî nayên pejirandin. Kesên ku ev zilm li xelkê kirin, divê herî zûtir ji kar bên avêtin û werin darizandin. Jibo vî karî her tiştê ku lazim be, emê bikin.