Hikûmeta Tirkîyê fermana girtina Ferha Tûnc da
Çiqa 37 a Dadgeha Cezayan a Istenbolê fermana girtina Ferhad Tûnc sitranbêjê navdar ê Kurd bi tawana "propaganda jibo komên têrorîst" a bi rêya şebekeyên civakî da.
Ligorî rapora Rojnama Duvar`ê, Çiqa 37 a Dadgeha Cezayan a Istenbolê fermana girtina Ferhad Tûnc sitranbêjê navdar ê Kurd bi tawana "propaganda jibo komên têrorîst" a bi rêya şebekeyên civakî da.
Hikmê girtina wî sitranbêjê navdar ê Kurd li Tirkîyê di halekî da hatîye dayînê ku berovajî qanûnên Tirkîyê hela lêkolînên derbarê dosîya wî de tevav nebûne û ew sitranbêjê Kurd jibo dayîna îfadeya têkildarî wê tawanbakirinê de ji hêla dadgehê ve nehatîye bankirinê.
Ferhad Tûnc dema ku Artêşa Tirkîyê şarê Kurdnişîn ê Efrînê li bakura Sûrîyê dagir kir û destpêkê di encamê de 8 welatîyên sivîl ji wan zarokek di encama êrişa hewayî ya di 21`ê Çilleya sala 2018`an de li wî şarî hatin kuştinê, ji sazîyên mafên mirovan xwest ku wê mijarê bişopînin.
Tûnc herwiha Opêrasyona Çiqila Zeytûnê şibande Opêrasyona Xwîn û Mirinê û pêgirî kiribû, "kesên ku navê Çiqila Zeytûnê li wê kuştin û qirrkirinê dikin, cinayeta dijî mirovantîyê kirine. Em nabin şirîkê wî sûcî."
Ferhad Tûnc herwiha di dawîn peyama xwe li şebekeyên civakî amajeyî peyama vê dawîyê ya Ebdullah Ocalanb serokê PKK`ê kiribû û nivîsîbû "Em dikarin meseleya Kurdan di 6 mehan de çareser bikin."