Serokê Partîya Seadet`ê: Kesê bi hilbijartinê tê, divê bi hilbijartinê here
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307500-serokê_partîya_seadet_ê_kesê_bi_hilbijartinê_tê_divê_bi_hilbijartinê_here
Serokê Partîya Seadet`ê Temel Karamullaoglu kiryara Wezareta Navxwe ya vî welatî ya wêdedayîna 3 Şaredarên Kurd rexne kir û got: Kesê bi hilbijartinê tê, divê bi hilbijartinê here.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2019 05:22 Asia/Tehran
  • Serokê Partîya Seadet`ê: Kesê bi hilbijartinê tê, divê bi hilbijartinê here

Serokê Partîya Seadet`ê Temel Karamullaoglu kiryara Wezareta Navxwe ya vî welatî ya wêdedayîna 3 Şaredarên Kurd rexne kir û got: Kesê bi hilbijartinê tê, divê bi hilbijartinê here.

Ligorî rapora Rojnama Duvar`ê, Serokê Partîya Seadet`ê Temel Karamullaoglu di axavtinekê de ji ber wêdadayîna 3 Şaredarên Kurd bi fermana Wezareta Karên Navxwe rexne kir û got: Mafê kesî nîne xwe dayne cihê dadgeh û dadweran. Sekinîna himberî vîna gel nikare jibo kesî destkevteke wê hebe. Esas di dêmokirasîyan da eva ye ku kesên bi hilbijartinê tên ser desthilatê, bi hilbijartinê tên wêdadayînê.

Wî herwiha got: Me her dem piştgirî daye têkoşîna dijî têrorîsmê. Sazîyên desthilatdar têkildarî meseleyên dadwerîyê li welêt kivş in. Ew sazî jî dadgeh in. Dewlet jî girêdayîyê hiqûqê ye. Nabe kes xwe weke dadgeh û dadwer bizane. Heke biyarek hatîye dayînê divê ew biryara ji demajo û isûlên dadwerîyê derbas bibe. Em ê dijî her pêngava derveyî proseya hiqûqî rabin. Heke sûcek kiribin divê ew sûca ji rêyên qanûnî hatibe selimandinê. Bi biryara kivşkirina qeyyûman çawan ku hiqûq hatîye binpêkirinê, vîna gel jî hatîye binpêkirin.