CHP di xwenîşandanên himberî wêdedayîna 3 Şaredarên Kurd da pişkdar nabe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307498-chp_di_xwenîşandanên_himberî_wêdedayîna_3_Şaredarên_kurd_da_pişkdar_nabe
Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) piştî civîneke çarsietî biryar da ku di kombûn û xwenîşandanên bi nîşana nerazîbûna himberî wêdedayîna hersê Şaredarên Kurd da pişkdar nebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2019 04:48 Asia/Tehran
  • CHP di xwenîşandanên himberî wêdedayîna 3 Şaredarên Kurd da pişkdar nabe

Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) piştî civîneke çarsietî biryar da ku di kombûn û xwenîşandanên bi nîşana nerazîbûna himberî wêdedayîna hersê Şaredarên Kurd da pişkdar nebe.

Ligorî rapora Rojnama Evrencelê, Civata Navendî ya CHP`ê ku civîneke awarte bi merema nirxandina demajoya wêdadayîna 3 Şaredarên Kurd lidar xist, piştî nêzîkî 5 siet nirxandin  û hilkolandina mijara sîyaseta kivşkirina qeyyûman ku ji hêla Hikûmeta AKP`ê ve di destûrkarê de cî girtîye, biryar da ku di kombûn û xwenîşandanên bi nîşana nerazîbûna himberî wêdedayîna hersê Şaredarên Kurd da pişkdar nebe.

Di wê civînê de pêgirî hat kirinê ku wêdadayîna Şaredarên bijartî ji hêla gel va, derbeyek dijî dêmokirasîya welêt e, hat ragihandin ku ew ê tenê nerazîbûna devkî nîşan bide û di kombûn û xwenîşandanan de pişkdar nebe. CHP yê rexneyên têkildarî vî karê antîdemokiratîk bidomîne.