Dewama bertekên navnetewî himberî wêdadayîna 3 Şaredarên Kurd ên Tirkîyê
Hevgavê bertekên navxweyî himberî wêdabirina Şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê, civaka navnetewî nemaze YE`yê û partîyên ewrûpî himberî wê biryarê bertek nîşan dan.
Di dewama berfirebûna nerazîbûnên qada sîyasetê û civaka medenî himberî biryara Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ya wêdebirina 3 Şaredarên Kurdو Nuneratîya Bilind a Sîyaseta Derve û Ewelhîyê ya YE`yê di daxûyanîyekê de tevî şermezarkirina jikardûrxistina şaredarên bajarên Diyarbekir, Wan û Merdînê ragihand: "Wêdedayîna Şaredarên metropolên Amed, Mêrdîn û Wanê mijara rêzgirtina li encamên hilbijartinên dêmokiratîk ên di 31`ê Adarê li Tirkîyê de xistîye ber pirs û gumanê. Lewma vê yekê dilgiranîyên kûr pêk anîne. Ev kara herwiha di çarçova lawazkirina dêmokirasîya xwecî da ye û rêvebirîyên herêmî li Tirkîyê dê pêrgî berbendên ciddî bike. Hikûmeta Tirkîyê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de mafekî rewa heye lê divê ew yeka di çarçova qanûna bingehîn bi berçavgirtina azadî û mafên bingehîn û qanûnên navnetewî da ku Tirkîye pêbendê wan e, pêk bê."
Parlamena Yekîtiya Ewropayê û Reportora Taybet a vê yekitîyê têkildarî Tirkiyê Katî Pîrîyê jî di daxûyanîyekê de got: "Tirkiye di asta demokrasiyê de, di pileya sifirê de ye. Di ser hilbijartinan re 5 heyv derbaz bûne, serokên şaredariyên Diyarbekir, Wan û Merdinê ji kar hatin dûrxistin. Tirkiye di asta demokrasiyê de, di pileya sifirê de ye. Ev helwesta Hikûmeta Tirkiyê, dîyar dike ku ew qet rêzê li iradeya gel ya dengdanê nagire. Gellek baş, niha dora çi ye? "
Katî Pîrî pirsa wê yekê jî: "Gelo şaredarên Enqere û Istenbol jî di rêza jikardûrxistinê da ne?"
Meclisa Fêdêral a Almanê jî wek berteka himberî biryara Wezreta Karên Hundur a Tirkîyê ya wêdadayîna 3 Şaredarên Kurd di daxûyanîyekê de ragihand: Vê biryarê dawîn nîşaneyên dêmokirasîyê û dewleta hiqûqê li Tirkîyê ji nav birin Ewrûpa divê hevkarîya digel hikûmeta antîdêmokirasî ya Tirkîyê rawestîne. Dewleta Tirkîyê careka din nîşan da ku çiqasî ji dêmokirasîyê dûr e.