Qeyûmê Wanê meclîsa şaredariyê belav kir
Tebax 21, 2019 12:03 Asia/Tehran
Piştî destnîşankirina parêzgarê Wanê Mehmetemîn Bilmez wek qeyûm li şûna Hevseroka Şaredariya Wanê, wî meclîsa şaredariyê hilweşand.
Piştî biryara dûrxistina Hevseroka Şaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve û li şûna wê Mehmetemîn Bilmez wek qeyûm hat danîn, Bilmez biryara betalkirina meclîsa şaredariyê da.
Qeyûm biryara betalkirina meclîsa şaredariyê, bi awayekî nivîskî ji endamên meclîsê re şand.
Herwiha 12 serokên jûrî û hejmareke zêde ya rêvebir û sekreterên giştî ji kar hatine dûrxistin.
Meclîsa Şaredariya Wanê 71 endamên wê hebûn, 44 endamên meclîsê yên HDP`ê û 27 endamên meclîsê jî yên AKP`ê bûn.