Girtina bi dehan koçberên neqanûnî li rojavaya Tirkiyê
Tebax 20, 2019 14:52 Asia/Tehran
Erkdarên peravê li Tirkiyê li bara girtina heştê koçberên neqanûnî li rojavaya vî welatî agahî dan.
Li gorî rapora malpera TRT ya Tirkiyê, erkdarên garda peravê ya vî welatî, ev heştê koçberên neqanûnî ku dixwestin herin Yewnanistanê, li nêzîkî peravên beşa Dikîliyê ya parêzgeha Îzmîrê li rojavaya Tirkiyê girtin, çend rojan berî niha jî hêzên garda peravê yên Tirkiyê, 330 koçberên neqanûnî li peravên parêzêgeha Çanaq Qeleyê li bakurê rojava Tirkiyê girtin.
Koçberên hanê dixwestin ku ji riyên neqanûnî ji Tirkiyê xwe bigjhînin Ewrûpayê.
Li gorî peymana navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewrûpayê li sala 2016`an, Tirkiye divê pêşiya koçberiya penaberan ber bi welatên ewrûpî bigre.